by - Eylül 13, 2015


                                                                          Çiya

      Koma Wetan dibêje Sînê. Ez jî guhdarî dikim û vê jiyana birîndar temaşe dikim. Erê we rast bihîst ez jiyaneke birîndar temaşe dikim. Li Ermenîstanê me û bi wê baya ku pora min şeh dike re kêfa xwe dimêzînim. Hin çiyayan dinêrim û Siya Şêvê jî qala tiştan dike. Dibêje  ez hatim ji nav şer. Ez diçim çi û ku derê? De were ji min re bibêje te çend çiyayên mezin dît di vê jiyana xwe ya kurt de. Ez bêjim pir hindik. Û gelo tu dîroka wan çiyayan dizanî? Ez nizanim. Ma  ez ê derewa bikim. Lê dixwazim bi çiyayê herî mezin re bikevim civateke mezin û şêv û bi ro seba dîrokê bikim. Kî/ê dixwaze min guhdarî bike. Kîjan çiya? Rêwîtî tişteke ecêb e. Guhdarî bike, temaşe bike û bifikire. Anha sê-çar malên xerabûyî hatin civatê. Werin n jî werin ma xerîb heye? Qala çiyayên bilind ji min re bike û paşê jî bikeve ser seba dê û bavên wan. Ma tu nabînî çi bilind û bilind xweş in. Bila ji min re mirina çiyayekî bêjin. Çiyayek çawa dimire? Kî/ê dikarî bikuje?  Hin sterk ketin ser riya me. Ji n xweşik.  Bû tarî. Çiyayeke mezin xwe kuşt, beriya ku çîroka xwe ji me re bibêje!
                                                                       Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!