by - Eylül 17, 2015

SHAMÎRAM-GUNDÊ EZÎDIYAN

Îro li Ermenîstanê çûm gundê Ezîdiyan, navê gund Shamîram e.
Mala Xaltika Şîrîn û Apê Ûsifê Gogê pir xweş bû. Cara yekem bû ku min maleke Ezidiyan dît.
Dema ku min dest bi axaftina Kurmancî kir, piçkî eceb ma lê paşê bi min re ketê nav civatê.
Xaltîka Şîrînê ji min pirsî;
Tu ji ku derê yî?
Min jî got,
Ez ji Mêrdînê me, Kurd im.
Serê xwe hêjand û got;
Tu Kurdî? Piçekî sekinî, li çavên min nêrî.
Em hemû Ezîdînê, hin ji tirsa bûne Kurd hin ji tirsa bûne Muhammedî.

                                                                                      Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!