by - Eylül 10, 2015

Behr


       Behra mezin. Behra mezin ya Stenbolê. Behra mezin ku her dem hin tişt di nava wê de wenda dibin. Û careke din jî veger tune ye. Mixabin.  Behr dikare bikuje, dikare bikuje. Erê, nizanim lê dikare bikuje. Lê ez nikarim, tu jî nikarî.  Çima em nikarin. Tu dixwazî bibî behrek.  Behreke şîn, mezin û dîsa mezin. Belkî qasê ya Stenbolê pîs nebejî. Behrek yanî. Anha li ser wê behra mezin dimeşim. De were. Hin qeqlîbaz jî bi min re dimeşin. Werin hevalên delal. Bimeşin ji bo qeqlîbazên mirî jî bimeşin. Kî/ê ji we dixwaze bibe masiyek an jî ewrek. Ez dixwazim jî, naxwazim jî. Bayek tê. Ji porên min hez dike. Hez dike lê ne ji dil ni ji kezeb. Go away.  Û ji min jez neke. Ji porên min jî. Evînên derew naxwazim di jiyana xwe de. Lê ew jî nebin jiyan nadome. Ew jî lazim in. Wek nan, wek av. Wek derewên spî. Aciz bûm piçkî, ji te jî qeqlibazê delal. Ji te jî masiyê xwînsar. Hin guherîn lazim in. Kesên xerîb dixwazim û bajarekeke xerîb jî dibe. Stenbol bes e. Ji bo bajarekî çend sal bes in, an jî ji bo kesekî çend saet. Na na nebêje min. Na na nebêje min.
Mêrên zik mezin û çav piçûk û por dirêj dibînim. Ji wan hez nakim. Çavên xerîb digerim. Lê mixabin divê ji van deran herim û li wan çavên mezin bigerim. Ez ê bibînim. Ez ê bibînim û roja ku min dît ez ê nîşanî te bidim. Wait me :)
                                                                               
                                                                                        Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!