Wêne: Larissa Araz
???
Nizanim çi bêjim, nizanim qala çi bikim ji bo mêvanên xwe yên delal. Deriyê mezela min hatiyê girtin û ji valahiya binê wî hewayeke pir qerisî te. Mûyên min ziç dibin ji sermayê û êşek dikeve ser singê min. Û piçkî jî diricifim. Paşê jî çûyîna bazara qeraçiyan tê bîra min. Û ew mêrikê bê diran ku digot 'bes milyon, bes milyon' jî tê bîra min. Rojeke xweş bû lê hê nîvê rê de baranê destpêkir û hemû tişt bû gu. Tu ji ku derê derketî baranê, ka ji min re û mevanên min re bibêje kula te çi ye? Tu dixwazî mala kîjan feqîrî xera bikî. Piçkî difikirim û tê bîra min ku tu jinhin kesan baştir î. Ew kes jî berf e berf. Ew qeşmer ê mala me xera bike vê salê. Têr jî nabe bawoo. Sê meh têrî nake. Ha dibare û ha dibare. Nêzî 26 heb pirtûk li ser maseya min ji bo xwendinê disekinin. Bûne cîran û hevalê hev êdî. Her 26 jî ji hev hez dikin. Anha tev li min dinêrin û ez jî bala xwe didim tişteke din. Nizanim kîjane bixwînim. Hemû jî ji hev xweşiktir û dilsoztir in. Çaya min hat bîra min îro jî sar bû. Ew jî ji min xeyidî ye. Dixwest îro nava zikê min bibîne lê nebû. Heta êvareke din. Silav û rêz.
Gulsuma Demir

0 şîrove