Çi bikim, çi nekim?
Serê min dêşe, lê nizanim çima. Ji xwe nikarim bifikirim jî û ixlemûra min jî ji leymûna xwe nez nake. Gunehê leymûnê çi ye? Tijî av û dendik e. Derdê ixlemûrê çi ye gelo? Welle nizanim. Ji derve dengê erebeyeke xerabûyî tê. Teq û reqa wê ye. Derdê te çi ye ez qurban? Leymûna te jî nîn e ku ji te hez bike. Ji ixlemûra xwe qurtekî distînim, xerab nîn e. Ji min re xweş tê lê leymûn xanim kêfxweş xuya nake. Westiyayî ye. Ma sûcê leymûnê çi ye? Ger ixlemûr xanim aciz bûbe. Hê gellek gellek pirtûk mane ku divê ez wan bixwînim û bixwînim. Her roja ku derbas dibe hejmara van hevalan zêdetir dibe. Bila werin cira wan xweş e.
Gulsuma Demir

0 şîrove