Kurmancî, Tirkî, Zarok, Boyaxkirina Palyaço û TTM
Îro ez û zarokên kurd yên ji Sûriye li TTM hatin ba hev û me palyaço boyaxkirin. Nizanim qala kî/ê bikim. Hemû ji hev şîrîntir û xweşiktir in. Yê herî piçûk Eshan bû û wî ji saet 12'an heta yek û nîvê ji xwe stran digot û dema ku aciz dibû jî qîr dida. Xwişka wî Cuman jî nizanim çend salî bû, nêzîkî 8 an jî 9. Got ji bo medresê Eshan piçûk e piçûk. Di vê navberê de yên piçkî mezin wek Ezîza, Cuman, Bihar û Zelîxa dema ku mijar tê xwendin û nivîsandinê pir şerm dikin, serê xwe ditewînin û dibêjin em nizanin. Min jî got meraq nekin em ê êdî rojên duşem û çarşemê werin ba hev û em ê xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Anha her tişt xweş e. Roja çarşemê em ê dest bi hînbûyina tîpa bikin. :)
Gulsuma Demir
Gulsuma Demir

0 şîrove