Girên Wek Fîlên Spî (*)
Girên li hember geliya Ebro dirêj
û spî bûn. Li vî alî dar û sî nîn bûn û stasyon di navbera du rêhesinên ku di
bin rojê dirêj dibûn de bû. Nêzî stasyonê sîyeke hînik ya avahiyê hebû û
perdeyek ku ji morikên bambuyê hatiyê çêkirin, bo ku nahêle mêş bikevin hundir
bi derî ve daliqandîbû. Amerîkayî û qîza li ba wî, li ser maseya derve ku di
bin siyê de bû rûniştin. Hewa pir germ bû û çil deqe mabû ekspresa Barcelona
bihata. Ekspres du deqe disekine û paşê jî diçû Madrîdê. Qîzikê pirsî;
"Emê çi vexwin?" Şewqeya xwe
derxist û danî ser maseyê.
Mêrik got; "Pir germ e."
"Em bîrayek vexwin."
Mêrik nêzê perdeyê bû got, "Dos cervezas."
Jinika li ber derî pirsî "Bila yên mezin bin?"
"Erê du hebên mezin"
Jinikê du heb bîra û binikên wan anî. Wê
pêşî binik paşî jî bîra danî ser masê, li mêrik û qîzikê nêrî. Qîzikê li
wan girên dûr dimêzand. Di bin rojê de gir spî bûn, derdor jî ziwa û qehweyî.
Qîzikê got: "Wek fîlên spî xuya dibin."
Mêrik bîraya xwe vexwar û; "Min qet fîl nedîtine."
"Erê, te nikaribû bidîta."
" Min dikarîbû bidîta," got mêrik. " tenê ji ber ku te got ez nikarim tiştekî şanî
te bidim."
Qîzikê perdeya bimorîk nêrî. Got;" Tiştek li ser nivîsandine. Tê çi
wateyê."
"Anis del Toro. Araqek e."
"Em biceribînin?"
Mêrik ber bi perdeyê vê got;"Gelo." Jinik ji barê derket.
"Çar real."
"Em du heb Anis del Toro dixwazin."
"Bi av?"
" Hûn ê bi avê vexwin?"
"Nizanim," got keçike. "Bi avê baş e?"
"Baş e."
Jinikê pirsî; " Hûn bi av dixwazin?"
"Erê, bi av."
Qîzike got;" Tehma lîkorê jê tê," û îskana xwe danî.
"Her tişt wisa ye."
"Erê," got qîzikê "bi taybetî tiştên ku demeke dirêj em
li benda wan disekinin, wek absentê.
"Eman, dev jê berde."
Qîzikê got; "Te da destpêkirin. Min li kêfa xwe dinêrî."
"Baş e, em li kêfa xwe binêrin."
"Temam. Min diceriband. Min got gir wek fîlên spî ne. Xweşik in ne
wisa?"
"Xweşik in."
"Min xwest vê araqa nû biceribînim. Tiştên ku em dikin, hemû ev
e-nêrîna tiştan û vexwarina araqên nû?"
"Bawerim, wisa ye."
Qîzikê li wan girên hember nêrî.
Got; "Çi girên xweşik in. Di rastiyê de ne wek fîlên spî ne. Rengê
çermê wan heye ya, yên di nav daran de dixwiyên, min xwestibû wê bibêjim."
"Em araqeke din jî vexwin?"
"Dibe."
Bayê hînik perdeya bi morîk ber aliye masê ve firfirand.
Mêrik got; "Bîra baş e, cemidî ye."
"Pir baş e," got qîzikê.
" Bi rastî jî ev emeliyateke pir hêsan e, Jig" got mêrik.
"Ne emeliyateke jî."
Qîzikê li jê rê, li lingên masê nêrî.
"Ez dizanim, tu serê xwe pê neêşîne, Jig. Qet girîng nîn e. Tenê ji
bo ku piçkî hewayê bistîne."
Qîzikê tu tişt negot.
"Ez jî ê bi te re werim, her tim li ba te bim. Ji bo ku hewayê
bistîne ê vekin, tenê evqas."
"Paşê em ê çi bikin?"
"Em ê şa bin. Wek berê."
"Tu ji ku dizanî?"
"Tenê ev tişt me xemgîn dike. Tenê ev tişt me melûl dike."
Qîzikê li perdeyên bi morîk nêrî,
destê xwe dirêj kir û du rêz ji wan girt.
"Yanî tu dibê her tişt dê baş bibe û em ê bextewar bin?"
"Belê. Bêsebeb netirse. Gelek kesan nas dikim ku heman emeliyatê
bûne."
"Ez jî" got qîzikê. "Paşê jî hemû dilşa bûn."
"Tu dizanî" got mêrik, "ger tu nexwazî, nebe. Ez nikarim
te bidim zorê. Lê dizanim, emeliyateke pir hêsan e."
"Bi rastî jî tu dixwazî ez vê emeliyatê bibim?"
"Ji bo kirinê tişta herî baş ev e. Lê ger tu bi dil nebî;
nebe."
" Ger ez emeliyat bibim tu yê bextewar bibî, her tişt dê wek berê
bibî, tu yê ji mim hez bikî?"
"Ez anha jî ji te hez dikim. Tu dizanî, ez ji te hez dikim."
"Ez dizanim. Lê ger ez vê emeliyatê bibim her tişt bikeve rê, ger
ez bêjîm tişt wek fîlên spî ne, tu yê kêfxweş bibî?"
"Helbet ez ê dilşa bim. Anha jî dilşa me lê nikarim zêde derhaqê wî
de bifikirim. Tu dizanî ku dema ku ez xemgîn im wiha dibe."
"Ger ez emeliyat bibim tu qet xemgîn nebî êdî?"
"Çima ez ê xemgîn bibim, ji xwe pir hesan e."
"Naxwe ez ê bibim. Ji ber ku ez serê xwe bi xwe naêşînim."
"Çawa yanî?"
"Ez serê xwe bi xwe naêşînim."
"Lê ez serê xwe diêşînim."
"Temam, baş e. Ez serê xwe bi xwe naêşînim. Ez ê emeliyat bibim û
her tişt dê baş bibe."
"Nebe, ger tu wisa hîs dikî."
Qîzik ji cîhê xwe rabû û heta dawiya stasyonê meşiya. Li hember, aliyê
din, zeviyên dexl û dar li perava Ebroyê hebûn. Li dûr, ji rûbarê dûrtir, çiya
hebûn. Siya ewrekî çû hemberî zeviyên dexlê û qîzikê di navbera daran de rûbarê dît.
"Dm dikaribûn bibûna xwediyê her tiştî" got qîzikê. "Em
dikaribûn bibûna xwediyê her tiştî lê her diçe ev bêîmkan dibe."
"Te got çi?"
"Min got dibe ku her tişt bibana yên me."
"Em dikarin xwedî her tiştî bibin."
"Na, em nikarin."
"Em dikarin bibin xwediyê hemû dinyayê."
"Na, em nikarin."
"Em dikarin herin her deran."
"Na, em nikarin. Êdî ya me nîn e."
"Ya me ye."
"Na, ya me nîn e. Ger carekî bistînin, tu nikarî cardin din ji wan
bistînî."
"Lê ji me nestandin."
" Em ê bibînin."
"Were ber siyê," got mêrik. "Divê tu wisa nefikirî."
"Ez tu tiştî nafikirim," got qîzikê. "Dizanim."
"Ez naxwazim tişta ku tu bê dilbî bikî-"
"Tişta ji bo min nebaş be jî nekim, ne wisa?" got qîzikê.
"Dizanim. Em bîrayek din jî vexwin?"
"Temam. Lê dive tu bizanibe ku-"
"Min fêm kir," got qîzikê. " Êdî em dikarin
neaxivin?"
Li kêlaka masê rûniştin; qîzikê girên li hemberî geliya ziwa nêrî û
mêrik jî li qîzikê, li masê nêrî.
"Divê tu fêm bikî," got mêrik, " ez naxwazim ku tişteke
ne bi dilê te be tu bikî. Ger ji bo te
wisa baştir be, ez dikarim çavên xwe bigrim."
"Ma ji bo te tu maneya wê tune ye? Me dikarîbû îdare bikira."
"Çawa nîn e. Le ez ji bilî te tu kesî naxwazim. Û dizanim jî,
emeliyateke pir hesan e."
"Erê, tu dizanî, pir hesan e."
"Tu wisa dibêjî lê ez bi rastî jî dizanim hêsan e."
"Tu dikarî ji bo min tiştekî bikî anha?"
"Tu çi bixwazî."
"Naxwe ji kerema xwe ji kerema xwe ji kerema xwe ji kerema xwe ji
kerema xwe bes biaxive?"
Mêrik tu tişt negot, li bawulên pala xwe dabûn dîwarên stasyonê nêrî. Li
ser hemûyan etîketên otelên ku mayî hebûn.
Got, "Ez naxwazim tu emeliyat bibî. Serê xwe jî pê naêşînim."
"Ez ê anha biqîrim," got qîzikê.
Ji pişt perdeyê jinik xuya bû, di destê wê de du bîra danî ser binikên
şil. Got, "Dê tirên piştî pênc deqayan were."
"Çi got?" ji mêrik pirsî.
"Dê tirên piştî pênc deqeyan were."
Qîzikê wek bi wateya spas bike ji jinikê re kenî.
Mêrik got. "Ez ê bawulan bibim hember." Qîzik ji mêrik re jî
kenî.
"Temam. Paşê were, em ê bîrayên xwe xelas bikin."
Mêrik her du bawulên giran
hilgirtin, derdora stasyonê geriya û bawul
bir hember. Li rêhesinan nêrî lê tirên nedît. Vegeriya, rasterast meşiya
barê, li
wir hin kesên vedixwarin û li benda tirenê hebûn. Wî Anisek vexwar û li wan
merivan nêrî. Hemû bi baqilî li benda
tirêne bûn. Perdeya bi morîk kişand û derket.
Qîzik li masê rûdinişt û jê re kenî.
"Tu çawa yî, anha baştir î?" got mêrik.
"Baş im," got qîzikê. Tu problem tune ye, baş im."
(*) Ernest Hemingway, Men Without Women,1972, Penguin Books, England,
rûp. 35-39
Wergêr: Gulsuma Demir

0 şîrove