by - Aralık 01, 2015

                                   Ez û hevaldoşkên xwe

    Roja duşemê saet dozdehan de ez çûm TTMê. Hevaldoşkên min li devê derî benda min bûn. Lê vê carê sê çar kesên xerîb jî hebûn wek Meryem, Bihar û Zeynebê. Em ketin polê û min defter, qelem û jêbirek da wan. Zeyneb piçkî qelew e û Bihar her tim jê re dibê şîşman. Her çiqas wisa qelew jî be diyareke kû Zeyneb hê piçûk e. Dema ku min tîpa "A, a" şanî da. Hebkî tirsiya, li min nêrî û got;  "Haltî ez nizanim. Ez qet neçûme medreseyê." Min jî got meraq neke hevalên te jî wek te ne. Em ê bi pev re hîn bibin. Lê Meryemê ez kuştim. Gora Bihar û Zeynebê mezin bû hin tiştan jî zanîbû.  Cîhê xwe nedisekinî û serê qelema xwe dişikand û ji min qelemtraş dixwast.  Paşê xwendevanên min yên ku hefta bê hatibûn hatin. Bihar û Azîza. Ez pir kêfxweş bûm ku min ew dîtin. Weke ku tu di welatekî xerîb hin hevalên xwe yên nas bibînî. Paşê jî Gulizar hat. Min tîpa "E, e" şanî wan da. Ya mezin bi rehetî çêkirin lê ya piçûk nebû. Divê em piçkî din jî serê bixebitin. Di vê navberê de derî vebû û sê xort ketin hundir. Adem ( bawerim navê wî ye rastî ev nîn e), Zedan (min got navê te çi ye, got Pisîk e min jî wisa nivîsand ser deftera wî) yê din jî Mistefa. Dema ku emrê wan pirsî Adem got,  "yek û du", Zedan got, "yek û yek"  Mistefa jî got ez nizanim.  Lê Mistefa serê xwe bilind kir û got, Xaltî ez mitirb im û destbi stareneke xweş kir û heta ku me ders xelas kir jî hê ew stran digot.  Qet newestiya. Dawiyê de min dît ku ji nivîsandinê aciz bûn, min ji wan re "oyun  hamuru" anî. Ji xwe Semîra jî digot Gulê ez dixwazin "çamur" çêbikim. Min dilê wê jî nehişt. Lawikan kûçik û erebe çêkirin û qîzikin jî tev dê, bav û zarokeke dergûşê de çêdikirin.  Dema ku min ders xelas kir mi  got,  sibê ne dusibê dîsa werin saet dozdehan de. Mistefa jî got,  erê erê dîsa em ê vî çaxî werin ;))) Li ba wan terma saetê tune ye. Pir hesudiyan dikim!

                                                                                                Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!