Min kir û nekir, ew roj ji bîra min neçû. Ew roja ku bavê min î şepirze bi wî meqesê kor pora diya min ya şepirzetir jêdikir. Ew keziyên dirêj û hinekirî ji bîra min naçin. Dema ku tirxiya xwe danî serê xwe, keziyên xwe jî dizîka dixist nav wê tirxiya spî. Hêdî hêdî diwerihî pora wê û hin caran dema ku ji serşokê derdiket destê wê de kulmek tijî mû, bi çavên xemgîn qetek ji xwe diavêt çopê. Dîtina çûyîneke giran e û eger ev tişta ku diçe qetek ji te be ev girantir dibe. Diya min ya feqîrok, fêm kir ku ji vê nexweşa bêmehşerê pora wê dev ji wê diberda. Êdî piştî wê rojê çû bazarê û ji xwe re "bone" yanî kumikek stand. Weke ku nexwaze pora wê newerihe, wisa çareyek dîtibû. Lê nebû, piştî sê çar roja ew kumik ji serê xwe derdixist û didît ku por hê jî diwerihe. Xemgîntir bû. Rahişt wî meqesê kor û da bavê min. Tirxî ji serê xwe kir û çû serşokê li benda bavê min sekinî...
Gulsuma Demir

0 şîrove