Bijî Xwendina Kîteyan
Îro ji xwendevanên min Samîra hat dersê. Beriya hefteyeke ji Stenbolê bar kiribûn û çûbûn. Lê dema ku min îro ew li TTMê dît pir kêfxweş bûm û min ew hembêz kir. Samîra 10 salî ye û ji Halebê ye. Ji xwendin û nivîsandinê pir hez dike lê dema ku aciz dibe, dibêje; ez dixwazin "çamur" çêbikim yanî qala "oyun hamuru" dike. Pir jîr e û her tiştî pir zû fêm dike.
Ez dixwazim piçkî qala dersên me bikim ji ber ku bi rastî jî dersên me pir xweş derbas dibin û em pir dikenin. Beriya du hefteyan dema ku min rojên hefteyê hînî zarokan dikir. Min dest bi jimartinê kir; Pazartesi, Salı, Çarşamba, Perşembe, Cuma, Cumartesi û Pazar. Wê kêlîkê Cuman -xwendevana min ya jîr- got; Xaltî xaltî tu çima navê min lê dike, çima navê Gulîzarê lê nake? Ez sekinîm, hebkî şaş mam ji ber ku min fêm nekiribû. Lê paşî min fêm kir ku, Cuman fêm kiribû ku min navê wê dayê rojekî, paşî ez pir kenîm û min got ne ji bo navê te ye navê rojê Cuma ye, ma az çi bikim.
Gulsuma Demir

0 şîrove