Jiyan Çi Be Stran jî Ew in
Di jiyana mirovan de çi hebe, stranên ku guhdarî dikin jî wisa ye. Ev tişt ji bo zarokan jî eynî ye. Ji ber ku zarok jî mirov in. Zarokên 6,8 û 10 salî. Ji şerê Sûriyê reviyana û bi malbata xwe re dikin li Stenbolê bijîn. Du heb stranan dizanin, yek ji van,
Kobanî îro xemgîn e
Dişewite, laş bi xwîn eHêstirê çavan dibarîne
Ax Rojava
ye.
Û ya din jî
Dinyayê çi dinyayê
Fermana li ser Kurda ye
Îro dîsa xwîn rijandin
Kesek hewara me deng nake
ev e.
Ji min rîca kirin û min ji wan re strana duyem ji youtube vekir. Di destpêke de ji qatlîama Şengalê hin dîmen xuya dibin û paşê jî stran dest pê dike. Stranê destpêkir û zarokên min jî dest bi gotina stranê dikin. Ferxa 6 salî jî ev strana ku di nav de mirin, kuştin, xwîn, perîşanî û hê gelek tiştên ku tê de jan û êş hene jiber kiribû û digot. Ez eceb mam. Erê li Kurdistana bakur jî rewş eynî bû lê nizanim çima ez pir xemgîn jî bûm. Li derve berf jî dibariya û Meryem bi telikeke havînî hatibû dersê. Min li wan nêrî, xemgîn jî xuya ne dibûn. Wek ku qetek ji jiyana wan be. Lê dilê min ne rehet bû û ketim ser dîtina straneke bişahî. Min dît,
Dil ketime dil ketime
Cara peşî dil ketimeGuherî guherî
Ev delal min guherî
Dil da min dil da min
Ve nazdare dil da min
Min soz da, we soz da min
Bûye parçek ji cane min
Min maçek ji wan leva xwest
Heyrana bejna bilind
Wî kene renge reng
Dile min kiriye wek pereng
Dilxweş Bûm kefxweş Bûm
Dîtina we ez geş Bûm
Erê, vê stranê bi rastî jî me piçkî kêfxweş kir û ji bo kêlîkeke jî be me berfa derve ji bîr kir.
Gulsuma Demir

0 şîrove