We dengê jinikê kir; naxwaze biçe malê îşev û hew.
Bela xwe ji jinikê vekin û destûr bidin çi bixwaze bila bike îşev. Îro roja vê kebaniyê ye. Roj ê ji bo derkeve û baran jî ê ji bo wê barê. Jixwe diyar e ku ev barana lip-gir ku li stembolê dibare ji xatirê vê xatûnê dibare. Lê çi ev barana lip-gir çi jî ew bayê xurt ne xema wê ye. Kirasê xwe yî gulgulî li xwe kir û ber bi hevalê xwe re çû.
Serê xwe danî ser milê hevalê xwe û bi dengekî korik got 'Ez naxwazim biçim malê îşev.' Mêrik li rûyê wê nêrî û ji bêhna wê qeteke mezin kişand nava xwe. Jinikê fêm kiribû ku ew ê îşev heta sibê bi hev re bin.

0 şîrove