Ez filankes keça filankes; xwe ji bo tiştên wisa rojane xembar dikim

by - Haziran 18, 2017


                                                     Jim Jarmusch/Mystery Train


   Wek min ji te re jî got, min helbest guhdarî dikir û ew gotina te jî hat ser. Xemgîn bûm... Va demekê dirêj e min helbest guhdarî nedikir. Nizanim ji ku derket. Lê baş bû, ser seran hat ev hiş, ser çavan.
Te zêde ji beybûnan hez dikir, min jî. Min beybûn çandin, ê mezin bibin û ez ê ji te re bînim. Te ji temaşekirina kulîlkan hez dikir, min jî ji mezinkirina wan. Û me biryarek dabû min ê mezin bikira û te yê jî temaşa bikira. Min li ser ajandaya xwe jî nivîsand; zivistanê em hev bibînin. Belkî wê rojê baran bibare ez ê şemsiyeya xwe jî bi xwe re bînim. Bila me tenê nehêle, barê me ê siviktir be. Em her du jî têrî xwe qels in, nikarin vî barê giran...
  Li cîhekî dûr im, her der çiya... Çi gotineke xweş e, ne wisa? Tu jî ji vê gotinê hez bike fermo.

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!