Bi jehrê ketim

by - Haziran 22, 2017


   Ya rastî, roja min pir xweş dest pê kiribû. Dereng rabûm, encex derketim ji nav xewnên xwe yên ecêb û min avek li serê xwe kir. Paşê jî taşteyeke xweş xwar û ji bo êvarê jî sandvichek ji xwe re amade kir. Sandvichên min navdar in, yên ku nizanin kêm in.
  Nîvroyeke teqlo meqlo derbas kir.
  Ber êvareke tenê derbas kir, min xwe ji wira avêt wira.
  Êvareke bi jehr ketî derbas dikim. Di otobêsê de bûm, li ser qoltikên dawiyê rûniştîbûm. Pir germ bû, min xwehdana li ser laşê xwe hemu hîs dikir. Laşê min çawa germ bûbû. Min îdarê nekir û çûm ser qoltikên nêzî şibake rûniştim. Anha baştir im. Lê rê xelas nebû, hindik mabû bikevim erdê.
  Min qet bawer nedikir ku mirov ji xemgîniyê nexweş dikeve. Heta niha nayê bîra min ku ez nexweş ketime. Ev jî ji ku derket,  jixwe têrî xwe xemgîn bûm :/
Welhasil û kelam gul jî bi jehrê dikevin û namirin.

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!