by - Temmuz 05, 2015

Ji bo şîroveyên xweş yên Hkovan Baki re spasiyek

     Di serî de ez dîxwazîm spasîya xwe ji weşanên Na û Hkovan Baki re bişînim ji bo ku weşandina  vê çîrokê ya bi navê Perdeya Gulgulî firsendekî wisa dan min ku di Kovara Heterotopîa de cih bigire.


     H. Kovan Baqî
“GULSUMA DEMÎR
PERDEYA GULGULΠDA ALΔ
Wer xuya ye çîroknûseke jin î kurd diwelide, ku di tu qaliban û pişt tu perdeyan de hilnayê.
Belkî hêna li destpêkê be, lê çavên ruhê wê-y delodîn diçirise. Ziq li asoyên dûr û li jêrzemînên kûr dinihêre. Hemû perde û qalibên li bergiya ruhê xwe dane alî-w bi xwe’r rû bir û maye. Di çîroka “Perdeya Gulgulî” de me pê dihisîne, ku gava jinek ji bin nîrê e’yb û heyayê difilite çiqa xweşik dibe. Hemû tiştên fêrî jinê kirine dirûxîne û me bi jina wêrek î bixwe’rlihev dihesîne. Organên jin û mêr bi awayekî tabi’î şanî me dike û erotîzmê ji xezeba pornografiya sansurê difilitîne.
Ji vir û şûnde, gere ev culhet bi pirrxwendinê û nivîsîneke domdar bê xwedîkirin, ku nola Ferûx û Woolf her roj ji têkçûnên xwe biwelide. Heger vê nivîskara ciwan î delodîn, miqîm yaweriya nivîsê bike û dil neke ku bibe hukumdara nivîsê, fereca wê a xêrê ye.
Hêvîdarim ku beraza mê serê wê nexwe.




You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!