DÊRA/MIZGEFTA/MUZEYA KARIYE
Dema ku tu ji rawestgeha Karagumrukê ber jêr diçî, tu dikarî bi alîkariya tabelayan Muzeya Kari'yê bibînî. Anha ji bo ku tê restorekirin tu nikarî bi temamî lê binêre. Lê tu dikarî ji ser wan narteksên yekem û duyem gelek tiştan fêm bikî. Divê em serî de vê tiştê bibêjin ku navê muzeyê ji Chora tê yanî, ji bajêr dervê wek wan -suburb- ên bajêrin mezin. Maneyê din jî ev e ku; ev dêr gora derdora xwe piçkî nizm e û Êrebî peyva ''ka'r'' tê maneya çal e. Cihê wan kesên ku nû hatinê bajêr û ji bo dîtina karekî ketibin derdê kar dîtinê. Em dikarin mînakên wek Balat- Fener û Tarlabaşi ji bo van cîhan li Stenbolê bidin. Û em dikarin qala navdarbûna vê dêrê jî bikin. Di gotegotan de dibêjin dema şerekî de ku dijmin gihan dêvê deriye bircan, wê şêvê îkona Dayîka Meryem li ser wan bircan de çûye hatiye û sibêha wê rojê dijmin mijmin li holê nemane. Piştî wê rojê ev dêr navdartir bûye û êdî wek cihê pîroz tê bibîranîn. Ji xwe Balat û derdora wê ji bo ortodoksan dereke pîroz e. Ev jî vê dêrê nirxdar dike.
Dema ku em li dêrên Ewrûpayê dinêre tenê wenêyên Îsa, Meryem an jî wan bi hev re dibînin. Lê cudahiya Kari'yê ev e ku tu dikarî secereya Îsa heta nizam kalê wî yê çendemîn bibînî. Çîrok bi nexşan ji dayikbûna Meryemê destpêdikê û heta mirina Îsa berdewam dike. Hin nexş hatibin xerakirin jî ji ber siwexkirina wan dîweran -di dema Beyazidê II. de- gelek nexş hê jî bêqisûr in. Diya Meryem û bavê wê jî li ser wan mozaîk û freskoyan hatinê nexş kirin; Saint Anne û Joachim. Û dîsa li gor gotegotan di sala 1320'an de ev dêr ji aliye Thedoros Metokhites hatiye restore kirin.
Piştî xelasbûna tûra Dêra Kariye hûn dikarin li derdora Balatê bikevin gereke xweş. Ji bîr nekin Balat jî wek Tarlabaşi ber mirineye. Hê temamî nehatê kuştin divê hûn jî dengên qereçiyan bibihîzin û li ber bahrê şorbeyeke serûpe bixwin.




0 şîrove