by - Temmuz 10, 2015


                                            KELEVAJÎ

      Piştî demeke dirêj, cardin ji ser kitêbxaneya xwe ew qutiya ku di nava xwe de gelek tişt -mp3'ên xerabûyî, berguhkên ku  tenê aliyekî wan dişixulin, pênûsên zêde, wêneyên kevin, kibrît, benikên ku ji pêlavên kevin hatine veqetandin, sê-çar nameyên ku dilê wî negirtiye bavêje û hê gelek tiştên din-  vedişart ji cihê wê rakir, piçekî mehdê xwe tirş kir, toza ser qutiyê pifffff da. Qutî di nav destên wî de, çû ser kursiyê ku hevaltiya maseya ber dîwarê boyaxa wî kevin bûye rûnişt. Toza devê qutiyê piffff dabû lê hê jî neqşên li ser wê diyar nedibûn. Bi destên xwe yên kutilkî devikê bi toz rakir û danî ser maseya ku wek bazara qereçiyan tevlîhev. Destê xwe yek bi yek ser hûremûrkên di nav qutiyê de bir û anî. Wek jinek ku li ber sindoqa xwe rûne û firaqên xwe yên keçbûyinê binêre. Tişta ku dihat ber destê wî bi xwe re tiştek dinê dianî bîra wî. Wek -film şeridi-...
   Çendî ji sola xwe hez kiribû; heta bûbû parçe parçe ji piyên xwe dernexistibû û dema ku ji pîneyên gulgulî bûbû dîkê belekotkî ji piyên xwe avêtibû. Lê benikên wê solê hê jî di qutiyê de bûn.
    Û di dawiye de destê wî çû ser dûrbîna wî ya reş û benik dirêj sekinî. Ev dûrbîn li İzmîrê ji bazara qereçiyan beriya sê-çar salan kirîbû. Çawa kêfa wî hatibû piştî standina; heta vegeriyabû rawestgehê bi çavdûrbîn geriyabû. Rahişte dûrbîna xwe û demekê di destê xwe de gerand... 

                                                                                            Gulsuma Demir






You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!