FlâneurvsFlâneuse

by - Şubat 08, 2017


   Saet dereng e û em bêdeng dimeşin. Destê te ji yên min germtir in -carê, dema berê, dema ku ez ciwan bûm, destên min jî pir germ bûn lê anha cemidî ne. Çima nizanim... tu ji ciya min bipirse çav e çav... û tu dîsa ji ciya min bipirse divê qemçika jinê xuya neke- Pêjna tu kesî jî nayê li derdorê, gelo çima? Erê rêwîtî, meş û hê gellek tiştên din yên beredayî karê me ne, dizanim. Lê dîsa jî be, çima pêjna tu kesî nayê. Ditirsim, dikim biqîrim. Temam temam min dengê te kir, tu dibêjî ''metirse ez li vira me'' dilê min anha rehettir e. Êdî bi bêhn firehtir dimeşim û wek zarokên bextewar xwe geh bi vî alî re dihejînin geh ji wî alî re. Tu bi temaşekirina min bextewartir dibî û dikî wek min bike, lê nabe. Mixabin. (Ez çi jineke beredayî me, gellek caran nizanim nivîsa min bi ku ve diçe. Mîna xwediyê xwe. Xwediyê nivîsê jî carna bi niyeta pirtûkxane ji malê derdike û xwe di keştiya kadiköyê de dibîne. Ecêêêêb. Gêj im, qebûl dikim.)  Tu dikî destê min jî germ bike, her du destên min ên piçûk dixî nav destê xwe û bi hilma xwe wan germ dike. Bi rastî jî germ dibin. Ger tu wan berde ê biqerisin. Meçe. Hilma xwe ji min re bihêle. Fermoo, flâneur. Hilma xwe ji bo flâneuse xanim veşêre.
      Guhdarî bike, tu yê jî min mafdar bibîne û destên min bernadî. Her tişt -including ez û te- bi dijwateya xwe hene. For instant, ger mirin nebe çi maneya jiyînê heye an jî nebûn û hebûn.  Nêz bibe, guhên xwe baş veke, bila gotinên min hewayê nemînin. Hebkî serê xwe bi wan biêşîne. Ez madam flâneuse -gerhoka ciya xwe, ewareya bavê xwe- eslê xwe ji mala mîra me lê flâneusetî ji her tiştî xweştir e. Tu flâneur beg -dînê diya xwe-, kolanên te diyar in û yên min diyar in. Destê xwe navêje kolanên min. Naxwe ez ê van kolanên ku bêhna te ji wan tê teviyan bişewitînim. Lingên xwe dirêjî kolanên heram meke!!

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!