rê û kurmê harbûniyê
Gotineke Mêrdîniyan heye ku dibêjin 'kurmê harbûniyê ketiyê nav filankes de' û ger tu ji ciya min bipirse ev gotin sedî sed ji bo qîza wê ya hêrî piçûk -Gulsumake- hatiyê gotin. Bi rastî bawer nakim ku di nava min de kurm hebin lê dizanim ku hedanî bi min nakeve û ger kurmê rê ketibê nava min, tu kes nikare li pêşiya min bisekne. Including daddy!
Va du roj in ku ez googlemapsê vedikim û geh li Kurdistana Başûr digerim geh jî Rojhelatê digerim. Her diçe lîsteya bajarê ku ez dixwazim bivînim zêdetir dibe. No one can stop me :)
Ev gera li benda min ê bibe sebeba ku êdî ez ê di bin êtîkêta #rê de ji we re qala gerên xwe bikim û ji axa pîroz hin çîrokên xweş pêşberî we bikim. anha dembaş.

0 şîrove