Sê Jîn
Navê ya herî ciwan Zekya bû. Biçûya ku derê
bê kil -jixwe çavên wê jî ji bo kilkirinê xweş mezin bûn- dernediket. Desmala
xwe jî xweş girê dida, mirov fem dikir ku li ber eynika mala xwe ya du mezel û
salonek de wextekî hêja derbas kiriye. Ya din Meryemê bû, pir pîr nîn bû lê ji
qelewbûna xwe hebkî gir û biemr xuya
dikir. Ya din jî Hacî Fatim, jineke pêncî salî û hurik bû. Sebeba hatina va her
sê jinan piçkî cûda bû. Yanî ne ji bo sebê bû an jî ji bo vexwarina çayê. Ya
herî ciwan, Zekyayê dersa xwendina Quranê dida herdu jinên din. Her ro, piştî
nimêja nîvro, dora saet sê-çaran dihatin ba hev û dest bi xwendinê dikirin.
Pêşî Hacî Fatim dihat, paşê jî Meryemê.
Mala Hacî Fatim ji mala ya din nêztir bû û jixwe kengê bixwesta dikarîbû were
mala keça xwe, mala Zekyayê. Hacî Fatim bi Yasinê dest pê dikir û heta ku
Meryemê were ew dixwend. Bi dengekî tirsokî; wek zarokên şeş salî ku cara yekem
li ber mamostaya xwe pirtûka xwe ya yekem bixwîne. Ji bo ku xeletî nebe jî hin
caran çavên xwe yên nîvkor dikuskusand û jixwe bawer bi dengekî lerzok li ser
Yasinê çi hebe ew dixwend. Piştî her kîteyeke wek pisîngeke ku di kêlîkeke de
heft çêlîk anîbe dinyayê kêfxweş dibû, bêhneke kûr dikişand û demeke kin
disekinî. Di nav van kêlîkan de tiştên tevlo mevlo, ecêb dihatin hişê wê. Hin
caran destûr nedida serê wê tevlihev bikin lê hin caran jî nikaribû bêje
bisekinin. Ji mêrê wê -ku zivistanan dihat bajêr lê nikaribû ji du mehan
zêdetir li vira bimîne- yê li gund, ji kurê wê yê Emerika, ji keça wê ya piçûk
ya rê-hez -ew a ku her roja ku derbas dibe ji mala xwe bi awayekî dûr diket,
zanîngeh, bajarên mezin û kesên nenas, zarokên me dikin xerîb li hemberî me-,
ji xwişka wê ya nexweş, ji birê wê ye
pîr bigirin da heta haqê avê û cêrana meha derbasbûyî, her tişt dihat bîra wê.
Ji nişka ve, Meryemê bi destên xwe yên mezin li derî dixist û Hacî Fatim jî ji
nav wan fikrên tevlîhev derdiket û dihat vî alî. Dema ku ferq dikir ji nav wan
ramanan derketiye, yekem wek xerîbekî li derdora xwe dimêzand, paşê mijara
hatina vira dianî bîra xwe û di dawiyê jî diket nav civata Zekya û Meryemê. Ev
rûniştina wan ya rojane zû zû nediguherî tenê dema ku diwestiyan û aciz dibûn
mijara kurtepistan ji gund dihat bajêr, ji bajêr diçû gund. Wê kêlîkê çi ji
mêjiyên wan derbas bibe ew dihat ber devê wan û derdiket nava salonê.
Zekya mamosteyeke ecêb bû, qalema wê ya
kevin, sor û devik wendayî di destê wê de her yekî xeletiyên wan dijimart û ji
wan re digot; "Di rûpelekî de heşt xelet zêde ne. Hûn herfa sê û tê li nav
hev dixin." Meryemê jî; "Keçê
welleh em li malê bilbil in. Li ba te em ditirsin." Û dewam dikir;
"Helko (gundiyeke wan bû) hatiye Stenbolê û ji hevaleke xwe re gotiye ez
Tirkî hîn bûme. Hevala wê jî gotiye ka bişitexile. Helko jî gotiye
"Îpragaz merheba." Û diketin ber sebê de. Zekya jî ji van meselokan
kêf distand, têr dikenî lê dema ku hîsa wendakirina qontrolê dihat bîra wê;
nêzî nivîsê dibû û yeko yeko xeletiyên wan ji wan re digot. Zekya ji karê
hînkirinê hez dikir û êdî di nav jinên taxa wan de navê wê bûbû "Mela
Zekya". Ew di çavên hevalên xwe de gihîştibu qadeke bilind, biqîmet û
hêja. Xwendina Quranê jixwe karekî dijwar bû, ji bo zarokên heft salî jî ji bo
jinên heftê salî jî. Û hînkirina vê tiştê zehmettir bû, bi rêya hînkirina
Quranê gellek heval ji xwe re çêkiribûn û êdî di taxa wê de tu kes nemabû ku
silavên Zekya nagîhîje wan. Eyşo, Tenzo, Fatma, Sosin, Gulsum û hê gellekê din.
Meryemê û Hacî Fatim hê roja xwe neqedandibûn û dixwendin.
Hacî Fatim bi dengekî zîz ku nexwaze peyvan
biêşîne; tîpên li ser rûpela pêncemîn, rêza duyem dixwend, Ladeyna, muhterûn wella --û ayatû an
ayatûllehûm...
Zekya jî ne dengekî hersbûyî lê bi dengekî
ku xwendevan ji bîr nekin ku ew mamoste ye got; "Haciyê, yadê te dîsa got
ayatûllehûm. Ne ayatûllehûm e, ayêtûllehûmê ye."
Meryemê jî demaku ev xeletî dibihîstin weke
ku ya rast ji wan baştir dizanî, nez dibû
û digot erê ayêtûllehûmê ye. Û tirhiya xwe ya morik-şîn rast dikir. Weke
qelewbûn û girtiya wê dantela ku bi derdora tirhiya xwe ve kirîbû jî bes mezin
bû. Morikên tirhiya Hacî Fatim jî qasê wê piçûk û xweşkok bûn. Bawerim her kes
qasê giraniya xwe morikan distînê û bi tirhiya xwe ve dike. Bawerim jinek
çiyayek e û tirhiya wê jî barê wê ye.

0 şîrove