Qijik û Misîn
Qijikek pir tî bibû û misînek dît. Hêvî kir ku hinek av di misîn de hebe û firiya wî alî.
Qijikê di nava misîn de av dît, lê pir hindik bû, bi hemû qeweta xwe xîret kir lê tenê nikilê wê şil bû. Qijik çûkekî biaqil bû û ji xwe re got: '' Dive rêyek hebê ji bo vexwarina ave ji vê misînî! ''
Qijikê li derdora xwe mêzand û sê-çar heb xîçik dît. Fikrekê xweş hat hişê wê, xîçikê biçûk dane hevdû û avet nav misînê. Gava ku xîçik ketin nav misînê , ava misînê hedî hedî derket jor û niklê qijikê bêzehmet gihişte avê.
Hişmendiya wê hate xelatkirin.
Ji İngilîzî: Gulsuma Demir

0 şîrove