by - Haziran 19, 2015

FÛRUZAN Û HEFT  ÇÎROKÊN WÊ


     Fûruzan di sala 1932'an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Pirtûka wê ya yekemîn bi navê ''Parasız Yatılı'' di sala 1972'an de xelata Sait Faik stand. Piştî  pirtûka Parasız Yatılı, Kuşatma û Benim Sinemalarım (ev her sê jî çîrok in). Di çîrokên wê de em dikarin bibêjin mijar têne mirov in. Romana wê ya yekemîn bi navê Kırkyedililer di sala 1974'an de derket û 1975'an de ji aliye TDK ve xelat girt. Di vê romana xwe de jî qala nifşên 68'an dike. 
    

   Destpêka vê pirtûke de Memet Fuat dibêje ''Fûruzan di wêjeya me de bûyerek e.'' û em dîsa karin bibêjin ev jin ji bo wêjeya tirkî şexseke mûhim e. Ev pirtûk di sala 1992'an de ji weşanên Gendaşê derketiye. Wek navê wê pirtûk ji heft çîrokan pêk tê. Navên çîrokan:
-Pesindayîna Redîfe
- Masiyên Hechecikan 
-Şaxa Paqijiyê
-Bajarê Ku Ji Kolanên Wî Keştî Derbas Dibin
-Çem
-Pireyên Edîrneyê

  Çîrokên wê piranî ji devê mêran tên vegotin. Bawerim ev jî ji têsîra salên ku tê de dijiya ye. Mesela ya yekemîn û pencemîn temamî qala mêra dike ger jin hebe jî ew pir pasîf tê nîşandayin. Dema xwendinê de tu dikarî bêhna Saît Faîk bistînî -evareke havînê bû ku ji her derê bêhna portaqalan dihat-. Ger di çîroka Fûruzan de karakterekî law hebe, Fûruzan wê kêlîke dibe kurekî heft salî û tu dikarî bi wan re -di kolanên ku Fûruzan wek navê xwe dizane- de bilîzî.


Fûruzan, Heft Çîrok, Weşanên Gendaşê, 1992

                                                                                                 Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!