
HIN PEYVÊN KU NAYÊN WERGERANDIN
Cafuné ( Portekîziya Brezilyayê ): Bi nazikî mizdana porên kesekî/ê
Duende (Ispanyolî): Hêza nepenî ya xebatek hunerî ku bandorê li ser meriv dike.
Tretar (Isveçî): “Tar” tena serê xwe tê wateya fîncanek qehwe. “Patar” jî di wateya ji nû ve tijîkirina heman fîncanê. “Tretar” tê wateya du caran ji nû ve tijîkirinê. Ango di wateya cara sêyem ji nû ve tijekirina qehweyê ye.
Palegg (Norvecî): Tiştên ku meriv dikare deyne ser nanê xwe/li nanê xwe ke.
Age-otori (Japonî): Piştî qutkirina por ji berê xirabtir xuyabûyin.
Torschlusspanik (Almanî): Tê wateya “Tirsa deriyên tên girtin.” Piştî derbasbûna salan tirsa xwe negihandina firsendan.
Gufra (Arebî): Rêjeya avê ku meriv dikare di nava kulma xwe de bigre.
Kyoikumama (Japonî): Bo zarokên wê serkeftî bibin, bê dilovanî zext li wan kirin
Schadenfreude (Almanî): Ji bêsiûdiya kesekî kêf standin.
Baku-shan (Japonî): Keçeke xweşik – Hetanî tu li rûye wê nenêrî.
L’appel Duvide (Fransizî): Bi wergera rasterast "banga valahiyê" bi piranî ji bo xwesteka xwe ji bilindahiya avêtinê tê gotin.
Tingo (Zimanê Pascuense):Ji mala hevalên xwe pêşî hin eşya dû re hemû eşyaya deyn standin.
Schlimazl (Yiddişî): Kesa ku bêbextiya wê bûye para wê.













2 şîrove
Kêfa min ji van peyvan re pirr hat
YanıtlaSilI think so. You should know that your comment is so important for me and my blog because it is first ;)
Sil