GEORGE ORWELL Û PÊŞNIYARÊN WÎ BO NIVÎSKARAN
George Orwell (25 Hazirana 1903- 21 Berfanbar 1950) bi navê xwe yê rastîn Eric Arthur Blair, nivîskar û rojnamevaneke îngîlîz e. Herçindî bi rexne û têbîniyên xwe yên siyasî û çandî ve tê naskirin jî, yek ji navdarên gotarnivîsên wêjeya înglîzî yê sedsala 20'an ê. Ew bi romana xwe ya “1984” ku têgeha “biraderê mezin” tê de heye navdar bû, her wisa romana wî ya “Çewliga Heywanan” jî gelek tê zanîn û piraniya romanên wî jî li zimanê din hatiye wergerandin. Li kurdî berhemên wî yê “Çewliga Heywanan” û “1984” ji hêla Salih Agir Qoserî ve li kurdî hat werherandin û ji Weşanxaneya Lîsê sala 2015’an de derçû.
George Orwell, di 21’ê Berfanbara 1950 de ji ber nexweşiya êşa zirav (tuberklos) ku di demên xwe yê xizaniyê de girtibû li Londonê mir.
Roman:George Orwell, di 21’ê Berfanbara 1950 de ji ber nexweşiya êşa zirav (tuberklos) ku di demên xwe yê xizaniyê de girtibû li Londonê mir.
Ketina Parîs û Londonê -1933 (Down and Out in Parîs and London)
Rojên Burmayê -1934 (Burmese Days)
Hezar û Nehsed û Heştê û Çar -1949 (Nineteen Eighty-Four)
Xweşka Keşe -1935 (Clergyman's Daughter)
Rêzgirtinek ji bo Katalonyayê -1938 (Homage to Catalonia)
Çewliga Heywanan -1945 (Animal Farm)
Gotar:
Paşnêrînek li Şerê Îspanyayê, -1943 (Looking Back on the Spanish War)
Kuştina Fîlekî, -1936 (Shooting an Elephant)
Fincaneka Xweş a Çayê -1946 (A Nice Cup of Tea)
Hozaneke Biçûk Biçûk, -1936 (A little Pom)
Têbînî li ser Neteweperêsiyê -1945 (Notes on Nationalism)
Helbest:
Hozaneke Biçûk Biçûk, -1936 (A little Poem)
JI ORWELL BO NIVÎSKARAN RÊ Û RÊBAZ
Di Sala 1946'an, George Orwell bi navê ''Politics and the English Language'' pirtûkek weşand. Ev lîsteya jêrê jî dawiya pirtûke de hebû. Hi ji we re pêşniyarên Orwell ji bo nivîskaran:
1- Qet wan teşbîh, mecaz û biwêjên ku em her roj dibînin bi kar neyne.
2-Qet cihê ku tu dikarî hevokên kurt bi kar bînî yên dirêj bi kar neyne.
3-Ger avetina peyvekî mumkûn be, teqez bavêje.
4-Cihê ku tu dikarî lêkerên lebatî bi kar bînî yên tebatî bi kar neyne.
5-Cihê ku tu dikare peyvên rojanê yên bi kurmancî bi kar bîne yên teknikî, ilmî û ne-kurmancî bi kar neyne.
6-Ger tu bixwazî gotinên xwe rasterast -barbarî- bibêjî van rê û rêbazan ji bîr bike.
(Source: Politics and the English Language; Image: Orwell at work, via.)


0 şîrove