by - Haziran 25, 2015

       Ger Temel Reîs Li Gundekî Bê Îspenax Were Dinyayê


Hebû tunebû li gundekî ku li wê dere îspenax hil nedihat lawek ( Temel Reîs) hatibû dinyayê.  Dema ku ji zikê diya xwe pihînek xwaribû devê wî de pîpoyek û serê wî de şewqeyek derketibû derve. Û diranên wî jî tev rizî bûn. Te digot qey mişkan ji bo 9 mehan hevaltî bi wî re kiriye û dema ku birçî mane qetek ji diranên wî kirine. Diranên rizî,  kêm û nîvik. Ji xwe ew kur qeşeng jî nebû. Bevileke mezin,  bêjneke qut û devekî kaxik. Gora pitikeke nû hatiya dinyayê pir bîrbir jî bû. Dema ku derketibû devê dêriyê vê jiyanê wek pitikên din qîr neavetibû û diya xwe re bi wan çavên mezin û bê bîbok kenîbû. Ger diya wî ev ken nedîtiba ê ji vî lawî nefret kiriba. Lê kenekî her tişt guherandibû, ew qeşaya nava dilê wê de xelandibû. Û ji bo ku kurê xwe wek wan pitikên din sax û saxlem bike, ket nav jiyana pîrên ku bi gotegotan dijin. Rewşa xwe bi dilekî paq ji wan re got. Dilê pîran bi wê şewitî û gotin;
- Divê tu herî ji gundê Kîsika ji bo kurê xwe îspenaxê bibîne. Berî dîtina îspenaxê divê tu Safînasê -xwediya wî gundî-  ji bo zewaca bi lawê te re îkna bike. Lê jibîr neke, li wî gundî Riho heye. Ew jî dixwaze bi Safînasê re ji bo pere û erdê wê bizewice.
  Diya Temel Reîs dest vala vegeriya malê. Li kurê xwe nêrî;  her roja ku derbas dibû diranên wî rizîtir, bevila wî jî mezintir dibû.  
     Dayik e. Ma dilê wê rehet e ku lawê wê ber çavên wê dibe melkemotek. Nesekinî û çû gundê Kîsika, her tişt ji serî heta binî ji Safînasê re got. Safînasê jî; 
- Temam.  Ez ê îspenaxê bidim te. Lê piştî başbûyînê bila kurê te were wek mêran bi Riho şer bike. Kî berx e kî baran e? Em ê bibînin.  

Ji wê rojê heta niha Temel Reîs û Riho ketine derdê zewaca bi Safînasê  re. Ya Temel Reîs ne eşq e. Ji mecbûriyete ye. 
Ya Riho jî ne eşq e. 
Ma Safînas Xanim helez e. Kî yê çi ke wê çermelaqê.    


                                         Gulsuma Demir 


You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!