PANDAYÊN LI SER DARAN
Darek û 5 heb pandayên ji halketî. Haqo, Maqo, Sako, Nako û Taqo .Çavên wan yên gir êdî mezin nîn in û weke berê nabiriqin jî. Ew xalên reşik yên li ser çermê spî jî wek rengê xweliyê gewr bûye. Qasê masiyekî tembel û gejik nebin jî tiralî ya wan jî bi nav û deng e. Ew, her roj, ji sibehê hetanî êvarê li ser wan şaxên ku ji hatina payizê rût bûne li benda mirine disekinîn. Hevaldoşkeke wan jî hebû. Ew jî Nîna bû. Keçeke 8 salî ku dixwaze her dixwaze bi wan re heval be. Por reşik û piçkî qelew. Tiwinga ku bi wê nêçirvanan ditirsîne qasê bostekî jê dirêjtir e ( Rojeke, tê bîra min, me li ber keniyê civatek danî bûn. Wê kêlîke berxek ji wir derbas bibû. Yekî ji me got: Divê em vê berxê veşêrin. Em deynin ku? Emîna ya penç salî jî li ba me bû. Got: Em deynin ser vê dara tûya). Ew ji xwe bawer e. Nahêle hevalên wê bimirin. Bi destê nêçîravanan neyên kuştin jî di demek nêz de ji dê nêza bimrin. Ji xwe Taqo yê heyştê salî li ber sikratê yê û ketiye derdê kurê xwe yî piçûk. Haqo piçûkê malê ye. Hê nizane goşt gez bike. Hûn li ser darê aliye rastê ku li herî jor e, çavên wî yên şaşwaz dibînin. Wek wan zarokên piçûk, nizane çi bike û destê xwe bixe devê xwe û bimije.
Payiz hat, zivistanê xwe nîşan da. Taqoyê kal rojeke ku berfê nû destpêkiribû çû ber rehma xwedê. Beriya mirinê ji Nîna re got;
-Keça min. Haqo bigre û here, yên din dikarin xwe biparêzin.
Nîna û Haqo dan sêr reya bajarekî mezin. Bajerekî ku tenê kitik û kûçik bi rehetî dikarin herin werin. Haqo gelekî zehmetî kişand. Kitikên niyetxirab henekên xwe pê dikirin. Gelek caran Haqo bi çav hestir vedigeriya malê. Nîna jî wek dayikeke dilhenûn destê xwe dida rûyê wî û jê re digot;
-Na Haqo na, girî qet li tê nakeve. Divê tu bikenî.
Dem derbas bû, çend havîn û payîz ji ber çavên wan zûzûka çûn. Nîna û Haqo li heman bajêr bi hev re mezin bûn. Nîna bû keçeke delal, Haqo bû pandayeke kal.

Êdî Haqo bûbû kalekî bêcir. Her tim bêhuzûr û bêîşteh bû. Ew mûyên wî yên birqok û pak diweşiyan. Hê jî wisa ye. Nîna wî bi xwe re dibe her dere lê Haqo ji tu tiştî qayîl nabe. Bawerim jiyana bajêr piçkî giran hat. Kî/ê dizane belkî rojekî bireve here ser wê darê.
Gulsuma Demir

0 şîrove