by - Ağustos 25, 2015

Bacanên Bajarê Mezin

    Hebû tûnebû li bajarekî ku qasê quna kere mezin bû, sê-çar bacan bi xêra Hacî Fatim mezin bibûn. Hacî Fatim jî xwe dixapand  bi sê-çar bacana, gundê xwe dixist bîra xwe. Lê kêf kêfa bacanan bû. Li vî bajarî her tişt di bin destê wan de bû. Her roja yekşemê diçûn bazarê û henekê xwe bi wan fêkî û zebzê ku dihatin firotin dikirin. Bi piranî jî henekên xwe bi bacanên gund dikirin, digotin;
-Hahay, ka li van binêre. Ji bo ku bibin tirşik ketine rêze.
Ma bacanên gundan çi bikin.  Ekmek parasi kardeşşş... Ev her sê bacanên qure her roja ku derbas dibû xweşiktir û girtir dibûn. Ji bo dîtina wan zebzên din, nexweş jî bûbûna diçûn bazara yekşemê û heta ku zikê wan biqelişiya dikeniyan. Xiyar, îsot, bacana reş û fêkiyên din jî ji vê rewşê pir bêkêf dibûn. Hêcana bûyina tirşikeke xweş jî ji wan re dibû jehr. Û beriya min ji bîr nekirî bibêjim, van bacanên sosyete fistanên xwe yên herî xweşik li xwe dikirin û forsa xwe diavêtin wan feqîrên din. Axx ulan sosyete li her dere eynî ne. Yekşemek xelas bû û ev hevalên me yên sosyete ketin ser derdê fîstanên xwe yên hefteya were. Baş e ku cîranê van bacana Hacî Mixo li dikana xwe ya qasê qula mişkekî de fîstan û desmal difrot. Naxwe dê çi bikira van sosyeteyan. Welleh ê ji qehra bimrana. Xwe ozel kirin û çûn ba Hacî. Gotina xwe dirêj nekirin. Fîstan xwestin lê pere tunebû. Hacî simbêle xwe alîst û got; 
-Îro şîva me tirşik e. Hûn jî pir xweş xuya dikin. Werin bibin tirşik û paşê jî ez ê fîstana bidim we. Bacanên gêj pir kêfxweş bûn û gotin; 
Em ê herin cilên xwe yên xweşik li xwe bikin. Wisa qirêj em naxwazin bibin tirşik jî. Hacî efendî ji nava xwe têr kenî û got; helbet, helbet. Bacan bi Hacî re çûn heta sîtilê û bûn tirşik. Lê gora gotina Hacî efendî;
Wek bajervanan ew jî ser hişk bûn. Ger dikaribin bila ji zikê min derkevin û wan fîstanên xweşik li xwe bikin. 

                                                                                           Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!