Îro, serê sibehê ez çûm zarokatiya xwe. Piçkî xemgîn bû û bawerim her çiqas diyar neke jî bêriya min kiribû. Derew nîn e, min jî beriya wê/î kiribû. Qasê kolanên ku ez ji wan derbas bûm; eynî bû zarokatiya min jî. Lê li benda min tu dibê qey piçkî pîr bûye. Por spî nebûye le hin tişt nedihatin bîra wî/ê. Destên zarokatiya min jî hin qirmiçî bûn û diricifîn. Avahiyên zarokatiya min jî negûherîbûn mala Mehmedo hê zer bû û deriyê wan jî piçkî kevn bûbû. Ji girtin û vekirinê, ölme eşşeğim ölmee...
0 şîrove