by - Ağustos 12, 2015


Dev Jê Berde/ Na na Bernede

     Divê em/hûn/ew çi bikin? Yekem; piştî demeke dirêj ji nav wan sindoqên kevin û kevn eynikên xwe yên ciwaniyê derxînin. Hevalên ciwan serê xwe nezivirînin. Divê hûn jî yên zarokatiyê derxînin. Şerm nekin. Berevajî serê xwe rakin û bêjin em ciwanin ciwan. Û dîsa li derdora xwe binêrin ji xwe bawer biqîrînin, bêjin em dikarim dinyayê biguherînin. Netirsin ji van gotinan. Derew jî be derew e. Tişta girîng ev e ku em bikaribin xwe bixapînin. Pêşî em. Don't forgot!!!
   Erê dizanim, eynik di destê me de ma û ez ketim ber şîretan. Biborin. Eynikê rakin û li xwe binêrin. Kiloxekî dibînim ez. Hûn? Belkî pirça we reştir be an jî spîtir. Dev jê berde. Reş û spî qet girîng nîne. Sor xweş e sor. Hûn Xelîliyan nas dikin? Pênc quriş zêde be bila sor be. Dev ji van jî berdin tu tişt ji van dernakeve. Eynik jî bû derew. As always...  Cîranên xwe bînin bîra xwe. Kî/ê ji we jiyana wan kesan meraq dike. ???? Tu kes. Ev jî baş e . Yên min texlît texlît in. Ti ji çi û kî bixwazî li ber devê deriyê min in, amade ne. Cîran baş in. Lê bila rehmet ne li bavê cîranê be. Van rojan xwîşka min ji bo darikekî cila çîrokekî dinivîse, yaw ez qurban darikê cila çi ye? Hebe jî dibe nebe jî dibe. "Bunlar hep modern çağ bunalımları". Çîrok xweş in, baş in lê ez ê ji çîroka darikekî cila çi hîn bim. Belkî di pêşerojê de em bibin 'kanka' û ez qala vê çîrokê jê re bikim. Erê dibe. Xwîşka min, don't stop go on. Belkî hûn jî ji bo merşikeke ber deriyê tilawete hin tiştan binivisînin. Hûn çi binivîsînin binivîsinin ê ji vê nivîsê baştir be. Ez qasê zivistana Stembolê ya xapînok nivîsên xwe nas dikim. Pûç in pûç. Bixwînin lê serê xwe bi wan neêşînin. Ne hêja ye. Ew mêjiyên wê ji xwe pir dixebitin. Bila piçkî bêkar bigerin û paşê jî serê xwe bi tiştên din mijûl bikin.

                                                                                                    Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!