Googleya Qeşmer
Îro Google-Adsense ji min re got, zimanê te ji aliyê me nayê piştgirî kirin. Îce ez çi bikim? Erê nayê piştgirîkirin lê divê ez çi bikim. Zimanê xwe jê bikim û ji we re bişînim. Ka lê binêrin, belkî kêfa we jê re were û hûn nas bikin. Nabe?
Na na nabe. Ev ziman lazim e lawoo. Google ya qûn bi gû, tu kî/ê yî leen.Tu dibê qey zimanekî te heye. Tu jî wek qehpikan zimanê her kesî bikartînî, lê dema ku Kurd be-Kurmancî be- hûn hemû qûnek in. Ka bêje bavê te bi eslê xwe ji ku derê ye? Ew jî ji "Orta Asya" yê hatiye? Bila bavê te were û ez zimanê xwe nîşanî wî bidim.
Lê ya xerîb ev e ku li vê dinyaya piçûk nêzîkî 25-28 milyon kes bi vê zimanî diaxivin û zimanê wan yê zikmakî ev e. Ji vir dengê xwe bilindî wan 28 milyon kesan dikim. Rabin, rabin û zimanê xwe yê nayê naskirin, nezanîn û delal nîşanî google(min bi zanatî bi tîpên piçûk nivisand) bidin. Nizanim çawa lê tiştan bikin. Divê hûn bikin. Anha jî vê dengê ku nayê naskirin dibihîzim. Cîrannooo, hevalnooo, dengê xwe bilind bikin bi wî zimanê ku google jî nas nake. Bila ew fêm neke. Xeman nexwin. Ji xwe fêm bike jî nikare bersivekî bide. Binêr, ez dengê xwe ji vir heta ku cîhên nayê zanin bilind dikim. Ez Kurd im oxlim. Zimanê min Kurmancî ye. Bila bavê te were.....
Gulsuma Demir

0 şîrove