Hêk, Dîk û Hin Zaroyên Birçî
Rojên bêhêk tên bîra min û ez dixwazim wî kiloxê xwe yî vala û bêemel li dîwarên mezela xwe yê qasê mêjiyekî tijî bixim. Çima hêk xelas bûn. Dîk li ku derê man? Karê dîkekî çi ye? Sebbav here ba wê mirîşka beredayî ji qembûra wê bigire û nizanim tu çi bikî lê bi zorê jî be fissss-an bike ez qurban. Welle zarok li malê ji nêza li ber sikratê ne. Dibakin melkemot :( û weke ku her kes dizane patat pir biha ne. Welleh perê jî xelas bûn. Hêk jî herin û dûr bikevin, em ê çi bikin. Ji vir, ji ber behra reş bangî wan dîkên belekotkî dikim. Bila zar û zarokên min hêlikên we bixwin, piyên we maç bikin lê wan mirîşkan bêfiisss me jî bêhêk nehelin.
Gulsuma Demir

0 şîrove