Anha jiyan qasê Mona Lisayeke qelew û kor bêmane ye. Baş e ku kekê Leonardo Mona Lisayeke xweşik xêzkiriye. Tenêtiya meriv xera dike awirên vê xatûnê. Wext jî heme wisa derbas dibe û vê jiyanê veqetandinek dît. Veqetandineke wek çavên Mona Lisa nagihanî. Erê, jiyan anha xweş e. Lê kî dikare bibêje sibê jiyan ê xweştir be anjî qasê îro xweş bibe, welle kalikê te jî were nikare tiştek bibêbje. Belkî behra Stenbolê dikare bikeve ser axaftineke wisa. Belkî jî bêje -na tu çi gûyî bixwe bixwe, ma ez tira ber gû yê te me?-. Û cîrano got ez ê dest bi kişandina cixarê bikim. Bike cîrano bike. Kişandina cixara te qasê benikê min yê keskesorî dibe! Nabe bavo nabe. Ez ji xwe dizanim. Ger tu dest bi veqetandineke kiribe kirîvo, divê tu qasê Kurdistanê ser bilind bî û dîsa qasê welatê xwe poz bilind bî. Encax û encax pozbilindiyeke mezin dikare ji bin vî barî rabe. Naxwe tirttt. Tu yê di nav gûyê xwe de bifetisî.
0 şîrove