Hirmiyek tenê bi serê xwe ji bax û rezan derketiye
Erê, hevalên ku heta niha di jiyana xwe de zebeşekî bêcir an jî hirmiyeke poz mezin û çav piçûk dîtibin bila destê xwe rakin û ji me re çîroka xwe bibêjin. Lê bisekinin, destê xwe wisa bêmane ranekin, tiliya xwe ya herî zirav hilbijêrin û deynin ser tiliya xwe ya herî stûr. Û di vê navberê de jî bila ew mêjî bişixulin. Yok öyle 2 ekmeğe 5 köfte!!
Ez tiliyên we nabînim. Çima?
Okay, temam ez ê dest bi çîroka xwe bikim. Şêva din bû, ez li ser rêya xwe de tîntîn dimeşiyam. Yekî ji destê min girt û ez birim qurçikekî. Tarî bû, bi temamî xuya nedibû lê wek hirmiyeke sistok hat bêr çavên min. Bi dengekî birçî got;
Erê, maleke te heye. Ez çi bikim. Wan hirmiyên pîr, bêcir û xesîs her tim digotin; bajêrên mezin ne ji bo hirmiyeke ye. Nizanim ji bo çi, kî/ê ye belkî zebeşekî/ê dewlemend, sêveke xesîs û çilek hatiba ê kêfa xwe bimêzanda lê hirmiyeke sêwî nikare tu gûyî bixwe. Affedersin ama!!
Û dewam kir, tu herî ez ê bimirim. Ez jî bûbûm pirtaqaleke poz bilind bi xeletî. Pirtaqaleke zik mezin û qure. Ji xwe ez ê tim bimirim. Pirtaqalek hebe jî nebe jî.
Hhişt hiişt, bêdeng bin. Em çîroka xwe dibêjin. Please be respectful pleasee!!
Gulsuma Demir

0 şîrove