by - Ağustos 07, 2015


  Em Li Tarlabaşi Toplum Merkezî bi Zarokan re Çi Dikin?

       Îro li Tarlabaşi Toplum Merkezî, dersa Kurmancî ya duyemîn jî xelas bû. Bawerim zorakan jî qasê min kêf sitandin û ji bo roja çarşemê ketin  ber jimartinê. Ez dixwazim piçkî qala van dersan bikim. Em çi dikin û em ê çi bikin? Yekem armanca min ev e ku zarok bi qasê asta yekem bizanibin biaxavin û nivîsandin û xwendinê hîn bibin. Dema ku min ji bo vê dersê peyam avêt Nurgulê - ev kes ji TTM'ê ye-, min got: divê zarok zimanê xwe hîn bibin, ger bi temamî zimanê xwe nizanibin nikarin wan zimanên din jî hîn bibin. Her tim ji bo wan dê bibe astengî. Nurgul ji bo vê peyama min pir kêfxweş bû û got tu kengê bixwazî tu dikarî destpê bike. Wisa em katin nav vê karî. Dersa min ya yekem 05/08/15 roja çarşeme bû. 12 heb xwendevanên min hebûn. Ji heft salî heta 14 salî me xwendevan qabûl kirin. Tenê şertek hebû ew jî divê baş xwendin û nivîsandinê bizanîbana. Ya herî piçûk Seher e û ya herî mezin jî Yasemîn e. Dersa yekem me hev nas kir û me ji xwendina alfabeya kurdî destpêkir. I, Î, X, Ê û W destpêke de piçkî xerib hatin lê paşê dîtin ku em van tîpan di jiyana xwe de her tim bikartînin, kêfa wan  hat cîh. Dersa yekem ez dîsa dikarim vê tiştê bibêjim; zarokan ji axaftin û xwendinê şerm dikirin dengê wan dernediket. Lê vê dersa duyem de dengê hemûyan jî pir bilind derdiket. Şerm nedikirin û ji bo axaftinê pir kêf distandin. Mesela, navê yekî Nazli ye. Yazdeh salî ye û dersa yekem tiştek fêm nedikir heme wisa li min dinêrî, lê gotibû ez ji Mêrdînê me. Dema xwendinê min dor dida wê û ji bo axaftinê jî min dê û bavê wê jê dipirsî. Îro yanî dersa duyem de Nazli deftera xwe ji bîr kiribû, yeke din ji min xwast lê min got ez nikarim bidim, ya xwe li malê bibîne û van tiştan li wir jî binivîse. Wê jî bixwe bawer got "ez ê bibînim û binivîsim". Piştî van gotinan kêfa min hat cîh û kenîm. Û vê dersê hejmara me ji 11 kesan derketibû  15 kesan. Çar keçên xweşik - Elîf, Kubra, Şevval û Gulseren- hatin dersê. Gora hevalên xwe piçkî paş de mabûn lê her çar jî pir zîrek derketin. Şevval pir şerîn e, bi guharên wê yên zêr û piçkî dirêj, diranên wê yên mişka xwarî pir xwîngerm e. Dema ku dixwaze biaxive tiliya xwe ya piçûk radike û li min dinêre. Dema ku hat tenê heta deha dikaribû bijmarta lê anha heta hezaran dikare bibêjê. Û gelkî zû hînî tîpên kurdî bûn. Bawerim dersa bê dê bikaribîn çîroka xwe bibêjin. Ji ber ku bi rastî dixwazin. Û min ji bîr kir bibêjim komek heye ji mala Zeyrek in. Sevda, Saîme û Berfîn. Ev her sê jî ji diçin mizgeftê ji bo Quranê lê ji bo werin dersa kurmancî ji mizgeftê reviyabûn :). 
                                             Destnivîsa Sehera piçûk





                                                                                              Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!