by - Ağustos 26, 2015

Xwelîhez

    Tiliyên wê yên dirêj dîsa ne bihemdî çûn xwelîdankê û bi xwelî vegeriyan devê wê. Şepa şepa devê wê bû. Tu dibê qey kutilka dixwe. Cixarêya sibê kişandibû û ji bo cixareyeke din jî li hinceta digere. Bi rastî hincetên wê ne ji bo kişandinê bû, ji bo piştî kişandina cixarê xwarina xweliyê bû. Erê  xwelî, we rast bihîst. Nekenin. Xweliyê bînin bîra xwe û li min guhdarî bikin.Navê wê xatûnê çi bû? Ji bîra min çû. Lê ez dizanim xwişka Hazareya pîr e, xaltîka Medînka ye,  diya Mûrşîdeke ye û nizam jina kî ye? ( welleh min ji bîr kir.). Mala wan jî li qeta çaremîn e û cîraneke wan heye, bêcir e. Evlerden uzak... Cîranên meriv malbata meriv ya duyem e. Ew nebin hûn jî piçkî kêm in. Hobaaaa em çawa hatin vê meseleyê, mesele cîran nîn in. Divê em ji mijara xwe dûr nekevin. Me got jineke ku xweliye dixwe. Wisa bikêf wisa bikêf, meriv wê deme dixwaze cixareyeke bikşîne û paşê jî bikeve ser xweliya wê. Tuz, nane, keklik ekstarasi... Jineke dirêj qasê spîndara ku li gunde me diçe heta hetaye. Dibêjin wê spîndarê xweda dîtiye. Ben onların yalancısıyım. Dirêj û ziravik. Welleh qasê cixareyekê jî qelew nabe.
    Ger hûn berxên xwe rojeke bi gur deynin ser serê wê spîndarê; ew berx nemirin. Namirin û belkî ji we re silavên hin kesan jî bînin. Gur nikarin herin ser serê spîndarê lê ev jina xwelîhez dikare destên xwe direjî wan berxan bike. Îca nizanim gurek bitalûke ye an jî jineke xwelîhez û qasê spîndarê gunde me...
Meraq nekin ew jin hê jî xweliyê dixwe, bi tiliyen xwe yên dirêj û dirêj û xwelîhez...
                 
                                              Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!