by - Ağustos 09, 2015


Biranîna Pozekî Piçûk

    Mala Q nêzî mala hevalên wî yên nû bû -bajarekî piçûk û feqîr-, kengê bixwasta diçû mala wan kesan û dibû mêvanên wan. Tu kesî bangî wî nedikir lê Q wek ku roja cejnê here dîtina xal û metikên xwe, xwe ozel dikir. Mêvanekî qure û dinyanedîtî. Erê belkî me jî dinya nedîtibe lê em wisa qure nîn in, welleh.  Hertim bi çavên piçûk li wan dinêrî û destê wî di pozê wî de qala jiyana xwe dikir. Jiyaneke bêjin, bêzar û bêcîran. Lê ew poz wê demê ji hebû. Weke hevalekî berê. Û gelek caran jî destê xwe pozê xwe de ji bîr dikir û li mala wan kesan ji xew re diçû. Wan hevalên feqîr jî nizanîbûn divê çi bikin. Q ji malê bavêjin nabe, hevaltiya xwe xelas bikin nabe, heme wisa di navbera hebûna Q û çûyina Q de mabûn. Ew jî guneh in. Welle guneh in. Ma kî dikarê her şev mêrekî ku ji ser û bin kirina pozê xwe serxweş dibe bibin malê. Eziyet e tenê eziyet!!
Roj wisa derbas dibûn û êdî Q jî fêm dikir, ew heval jê aciz bûne û naxwaxin wî bibînin. Her tim ji bo ku Q neyê mala van hincetek didîtin Q dawet nedikirin. Lê ma Q serê xwe bi van tiştan diêşîne. Niççççç!! Q yê ezez û dîsa ezez. Gelo pozê wî qasê ezeztiya wî mezin bûbû? Welleh, min bi çavên xwe yên xerabûyî dît. Pozê wî mezin bûye û hew, êdî Q dikare her sê tiliyên xwe yên mezin carekî de bixe pozê xwe. Ew pozê ku carê ji bo ku tiliyek bikeve ji hevalên derdorê alikarî dixwest û diket ser çêkirina piraxan. Tenê alikariya hevalên bûya baş dibû lê yên ku dîtine dibêjin, ev ser û bin kirina wî pozî wisa bûbû nexweşiyek gelek caran bi alikariya pense û cimbizan rêya tiliya xwe vedikir. 
   Ez ji we dipirsim pozek heta kengê dikare sebr bike. Salek, pênc sal an jî heft. Pozê me yê ku ji vê jiyanê acizbûye meha 10'an ji ezaba Q reviya û çû serxwebûna xwe ragihand.
Erê, pozên ezîz, mêvanên delal.
Ger hûn piçkî baqil bin ji nav destên kesên pozhez birevin. Kî/ê dikare heta hetaye di bin destê wehşekî de jiyana xwe dom bike. Roja ku hûn aciz bûn; jê kin, netirsin, jê kin. Tu kes nemiriye min bi çavên xwe dît.

                                                                                       Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!