by - Ağustos 29, 2015


                                   Xerîb Nîn e, Nas e

   Hin cîranên me hene. Erê, li pişta vê perdeyê ne. Dikim nakim zêdetir nabin. Hin ji wan diçin hin jî tên. Hin jî qet naçin û qet nayên.  Divê em çi bikin?  Malê bar bikin û herin ba wan kesên ku çûne. Dengê cîrana min ya herî nêz tê, şibakeya wê li hemberî şibaka min e. Ez ji pişta perdeya zirav wê dibînim. Ew jî min. Şeva din serê xwe şûşt û pora xwe ya zirav û dirêj bi zorê bi wî şehê zer dianî xwarê. Te diqot qey perçeyek dê ji serê wê bikeve û di destê wê de bimîne. Belkî jî vê dixwest. Hin caran ez jî nikarim bi serê xwe. Nizanim çima lê hê jî -bûye nîve şevê- neketine xewê, dengê wan tê (sê-çar dengên cûda jî hene). Mêvanên wan hene. Dengê dagirtina çayê û dengê kevçiyên çayê tevlîhev dibin. Nikarim dengê vexwarina çayê bibihîzim. Piçkî serê min jî diêşê. Divê cîran anha ketiba xewa mirîşka û sibehê jî xewnên xwe ji min re bigota. Kî/ê yê xewnên xwe yên ecep ji min re bibêje. Siya cîrana min diçê û tê. Divê ez wê bigirim. Siya min jî îro qet xuya nabe. Tu li ku dere yî? Veger... veger... veger...
Na, deng jê derneket. Miriye. Siya cîranê jî xuya nabe... Tişt nabe, bila ew jî bimire. Xerîb nîn e. Nas e...
                                                                               Gulsuma Demir

You May Also Like

0 şîrove

Ev jî nû derketine!